Welîd Nîme: Hikûmeta Îraqê di dabînkirina derfetên karî ji bo welatiyan de şkestiye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Yekîtiya Kedkarên Îraqê amajeyê dide, “Hikûmeta Îraqê nerînek ji bo çarekirina bêkariyê nîne.” Herwesa dibêje, “Bêkariyê bandoreke nerênî li ser sûkê peyda kiriye.”
Serokê Yekîtiya Kedkarên Îraqê Welîd Nîme îro (Sêşem, 20.08.2024) taybet ji K24ê re got, “Bêkarî li Îraqê bûye bela, civak vegirtiye û bûye sedema şkestina hikûmetê di dabînkiirina karan de ji bo kedkaran û derçûyên zanîngeh û peymangehan.”
Welîd Nîme amaje jî da, “Sedema serekî ya bêkariyê lawaziya Hikûmeta Îraqê di peydakirin û dabînkirina derfetên karî de ye.”
Navbirî herwesa tekez kir, “Bêkariyê li Îraqê bandoreke nerênî li ser sûkê peyda kiriye û hikûmet giringiyê nade bazar û kertê taybet.”
Serokê Yekîtiya Kedkarên Îraqê eşkere jî kir, “Hikûmeta Îraqê nerînek ji bo çarekirina bêkariyê nîne, di demekê de ku petrol û pîşesazî hene lê gelê wê birsî ye.”
Derçûyên pişkên pizişkî yên zanîngehên Îraqê duhî (Duşem, 19.08.2024) ji bo cara gelekê li beranberî avahiyê Wezareta Tendirustî ya Îraqê kom bûn û daxwaza damezrandinê kir, lê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rê li wan hat girtin û bi dehan kes birîndar bûn.
Ev heftiya duyê bû ku derçûyên pişkên pizişkî ji parêzgeh û bajarên Îraqê ji bo xwenîşandanên sivîl li Bexdayê çûn beranberî avahiyê Wezareta Tendirustî, lê hêzên ewlehiyê bi rêya hêzê bizav ji bo belavkirina wan kir, wesa jî tundûtîjî jê peyda bû û bi dehan xwenîşander bi awayên cuda cuda hatin birîndarkirin.