Pentagon ji K24ê re: Pêşmergeyan roleke giring di kêmkirina gefên DAIŞê de heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê amajeyê dide, “DAIŞ bi awayekî diyar li wan deverên ku bê desthilatdarî ne li Sûriyeyê hêşta gef e.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê (Pentagon) Pat Ryder îro (Sêşem, 20.08.2024) taybet ji K24ê re got, “Hêzên Îraqê û di nav de jî Pêşmergeyan roleke giring di kêmkirina gefên DAIŞê de heye.”
Pat Ryder amaje jî da, “Em dê bi hevparên Îraqî û Pêşmergeyan re li ser karkirina ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê berdewam bin.”
Berdevkê navbirî tekez jî kir, “DAIŞ hêşta gef e.” Herwesa got, “Şiyanên DAIŞê wekî yên berî deh salan nînin.”
Raporteke Nivîsîngeha Pişkinînê ya Giştî ya Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) zanyar li ser kurtiyeke operasyonan û rûdanên ewlehî û serbazî yên girêdayî DAIŞ û komên milîşyayan li Îraqê eşkere dike, herwesa amajeyê dide ku “Hejmara endamên DAIŞê kêm bûye.”
Li dû wê ragehandina raporta Nivîsîngeha Pişkinînê ya Giştî ya Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê, ku berî çend rojan derkeftiye û çavdêriya çalakiyên çaryeka yekê ya îsal dike, hejmara endamên DAIŞê kêm bûye lê wê bizav kiriye di îsal de êrîşên xwe du caran hindî êrîşên sala 2023ê bike.