Kurdên Kerkûkê daxwaz dikin pişka kar bi awayekî dadperwerane were diyarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor rêjeya Kurdan li Kerkûkê, ku zêdetirî ji sedî 50ê ye, lê hertim kêmtirî ji sedî 20ê ji proseya tayînkirinê li bajarê Kerkûkê werdigirin. Ev yek bû sedema nerazîbûnan ​​û derçûyên zanîngehan daketin kolanan.

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dibêje: Zêdetir ji 7 hezar kesên derçûyî dê bi girêbestê kar werbigirin, lê di heyama 8 salên borî de ti wekhevî di dabeşkirina karan de di navbera pêkhateyên netewî de çênebûye. Niha bi destbikarbûna Encûmena Parêzgehê, tê xwestin ku pişka kar bi awayekî dadperwerane li gor nifûsa her neteweyekê were diyarkirin.

Xwepêşander li pêşiya Encûmena Parêzgehê kom bûn û daxwaza wekheviya kar û tayînkirinê dikin, bi awayekî ku rêjeya neteweyan li ber çavan were girtin.

Xwepêşanderek dibêje: “Ji me re digotin werin emê we bi pereyan tayîn bikin. Em hejar in, em ê pereyan ji kû bînin? Anku tenê bi pere û kurên berpirsiyar bên tayînkirin?!”

Xwepêşander dibêjin, tevî ku Kurd piraniya xelkê Kerkûkê ne, lê di ti proseya wergirtina kar de, zêdetirî ji sedî 20 wernegirtine. Yekalîkirina rêjeya pêkhateyên ji bo karkirinê, di destê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de ye.”

Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Kerkûkî jî dibêje: “7302 wezîfe parê parêzgeha Kerkûkê ye. Me biryar da ku heta ku encûmen dest bi kar neke, em vê miqdarê neguherînin, da ku em bi xwe belav bikin û mekanîzmayekê jê re pêş bixin, ji ber ku di salên borî de li herêmên me neheqî di vî warî de dihat kirin.”

Fly Erbil Advertisment