Efrîn.. Çekdaran baceke nû li ser welatiyan ferz kir û hin welatî jî revandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Grûpên çekdar ên bi artêşa Tirkiyeyê re Efrîn dagîr kirine, baceke nû li ser gundiyan ferz kirin, li çend kesan dan û 4 kesên din jî revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê “Emşat” baca 100 dolarên Amerîkayî li ser her malekê li devera ku di bin kontrola wê de ye ferz kiriye û çend kesên ku nekarîne bacê bidin, dane ber eşkenceyan.
Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn jî, rêbenda çekdaran a li gundê Qitmê welatiyê bi navê Rêber Ehmed, hevjîna wî û 2 keçên wî di destpêka vê mehê de revandin, ku ji Herêma Kurdistanê vedigeriyan Efrînê.
Diyar jî kir, çekdaran hevjîn û zarokên Rêber Ehmed piştî 5 rojan ji girtinê serbest berdan, lê çarenivîsa Rêber heta niha ne diyar e.
Çekdaran herwiha çend kesên din yên bi navên Rifet Mehmûd, Sebrî Mihemed Şêxo, Mihemed Mihemed Hemo, Riyad Ebdulrehman Hesen, Mihemed Ebdo Ebdo û Mihemed Fexrî Omer jî ji herêma Efrînê revandin.
Pêştir Rewangeha Sûryeyî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî belav kiribû, li Efrînê di heyama hefteyekê de 15 kes ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin.
Diyar jî kiribû ku di nava kesên revandî de, 3 jin ku yek ji wan ducanî ye û 6 zarok hebûn.
Rewangehê amaje bi wê yekê jî kiribû ku, 8 kes (3 jin û 5 zarok) hatin berdan, lê hîna çarenivîsa 7 kesên din ne diyar e.