Civata Wezîran: Wezareta Darayî ya Îraqê bi Herêma Kurdistanê re serederiya cudakariyê dike

Civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
Civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê tekezê dike ku, berpirsyarîtiya Wezareta Darayî ya Îraqê ye ku her meh di dema xwe de mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê bişîne û bi biryara dadgehê nabe mûçe têkelî çi mijarên din bên kirin, herwesa amajeyê jî dide, “Ya ku niha ji aliyê Wezareta Darayî ya Îraqê ve bi Herêma Kurdistanê re tê kirin serederiyeke cudakariyê ye û pêdivî ye bi zûtirîn dem mûçeyên Tîrmehê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê bên şandin.”

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 21.08.2024) bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrî Qubad Talebanî civîna xwe kir.

Di para yekê ya wê civînê de, encamê karên Lijneya Hûrbîniyê ya hevpar a her du dîwanên çavdêriyê yên Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo sê mehên destpêkê yên 2024ê li ser dahat û xercî û mîlak û tomara bayometrî û hejmara wezîfî ya yekgirtî hatin berçavkirin.

Civata Wezîran tekez kir ku berpirsyarîtiya Wezareta Darayî ya Îraqê ye her meh di dema xwe de mûçeyên Herêma Kurdistanê wekî yên deverên din ên Îraqê bişîne, ku ev zêdetirî 30 rojan e lîsta tevaya mûçexurên Herêma Kurdistanê ji bo Tîrmehê tevî tevaya zanyarên daxwazkirî hatiye şandin, lê mixabin heta îro mûçeyê Tîrmehê yê mûçexurên Herêma Kurdistanê nehatiye xerckirin.

Ev di demekê de ye ku bi biryara dadgehê mûçe ji duberekiyên navbera her du hikûmetan hatiye dûrxistin kumafên darayî yên mûçexuran in û nabe têkelî çi mijarên din bê kirin. Di eynî demê de Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevaya pabendiyên xwe li beranberî Wezareta Darayî ya Îraqê bi cih anîne.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê tekez kir ku, nabe bi çi awayan hebûna têbîniyan ji aliyê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Îraqê ve bibe sedema rawestandina xerckirina mûçeyên tevaya mûçexurên Herêma Kurdistanê, wekî ku niha ji aliyê Wezareta Darayî ya Îraqê ve tê kirin. ev serederiyeke cudakariyê ye bi Herêma Kurdistanê re tê kirin.

Di para duyê ya wê civînê de, Sikirtêrê Civata Wezîran Amanc Rehîm raportek li ser karên lijneya hevpar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li ser yekkirina rêkar û rênimayên darayî di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de di warê darayiya giştî û sîstemên jimêryarî de berçav kir, bi liberçavwergirtina taybetmendiya destûrî ya Herêma Kurdistanê. di vî warî de Sikirtêrê Civata Wezîran hûrkariyên wê berçav kirin.

Civata Wezîran wezaret û aliyên peywendîdar raspartin ku hevahengiyê bi dîwan û sikirtariyetên Civata Wezîran re bikin, ji bo amadekirina reşnivîsekê di vî warî de, ji bo ku di civîna bê ya Civata Wezîran de danûstandin li ser bên kirin û biryarên pêdivî li ser bên dan.

Para sêyê ya wê civînê girêdayî danûstandinên li ser hevahengiya navbera Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê û Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, li ber ronahiya dawî civîna hevpar li roja 14.08.2024ê û raspardeyên civînê yên girêdayî erk û rolên wezaretên Herêma Kurdistanê di pêşkêşkirina hêsankariyên lojistî ji bo komisyonê de, pêxemetî biserxistina amadekariyên piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li roja 20ê Cotmeha îsal.

Civata Wezîran piştevaniya xwe ji bo biserxistina piroseya hilbijartinan tekez kir û tekez li ser birêvebirina piroseya hilbijartinan bi awayekî zelal di rewşeke aram de kir.

Para dawiyê ya wê civînê pêşkêşkirina raportekê bû ji aliyê Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê Kemal Muslim ve û piroseya kirîn û wergirtina genimê cotyarên Herêma Kurdistanê û mafên wan ên darayî û berbazarkirina berhemê navxwe yê cotyaran.

Fly Erbil Advertisment