Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandeyê nû yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê dike

Mesrûr Barzanî û Kevin C. Leahy
Mesrûr Barzanî û Kevin C. Leahy

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê yê nû dicivin û tekezê li ser giringiya hevparî û bihadariya xebata bihevre ya navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 22.08.2024) pêşwaziya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê yê nû General Kevin C. Leahy û şanda pê re kir.

Di wê civînê de ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê nû li Herêma Kurdistanê Stephe Bitner jî tê de amade bûbû, danûstandin li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Îraq û Sûriyeyê û bizavên rûbirûbûna metirsiyên DAIŞ û terorê hatin kirin.

Zêdebarî pîrozkirina destpêkirina karî li Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê yê nû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rêzên Herêma Kurdistanê jî ji bo berdewambûna piştevaniya Amerîkayê û Hevpeymanan tekez kirin.

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê yê nû jî tekez li ser giringiya hevparî û bihadariya xebata bihevre ya navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kir.

Pêşkeftinên yekkirina hêzên Pêşmergeyan û çaksaziyên girêdayî Wezareta Pêşmerge jî mijarên tewerekî din ê danûnstandinên wê hevdîtinê bûn.

 

Fly Erbil Advertisment