Enkawa û Sterling Heights a Amerîkayî dibin destexûşk

Navenda Nûçeyan (K24) - Qayimqamê Qezaya Enkawayê ji K24ê re eşkere kir, “Li paşerojeke nêzîk Enkawa û bajarê Sterling Heights ê Amerîkayî lihevkirinnameya destexûşkbûnê îmza dikin.”

Qayimqamê Qezaya Enkawayê Ramî Nûrî îro (Pêncşem, 22.08.2024) di daxuyaniyeke taybet de ji K24ê re ragehand, “Civata Şaredariya Sterling Heights a Wîlayeta Mîçîganê ya Amerîkayî razîbûna xwe li ser wê yekê diyar kir ku bi Enkawayê re bibe destexûşk.”

Qayimqamê Enkawayê amaje jî da, “Ev pêşengî ji aliyê dezgehê Revenda Kildanî li Amerîkayê li Nîsana îsal pêşkêş kir û bi hev re kar li ser kir û razîbûna Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parêzgeha Hewlêrê wergirtiye.”

Rami Nûrî herwesa ragehand ku, di dema borî de li gel Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Waşintonê û îdareya baajrê Amerîkayî bi awayê serxet (online) civîna heftiyane hebû ji bo danûstandinên li ser pêngavên wê piroseyê û hemî wan xalên pêdivî yên ku hebûn, her du aliyan ron kir û fêmkirina hevpar li ser wê yekê çê bû.

Endama Civata Şaredariya Sterling Heights Barbara Ziarko jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Ev derfeteke gelek baş e, ez hêvîdar im em bikarin gelek tiştan ji hev fêr bibin û ji bo me hemiyan giring e ku em bizanim cihên din li seranserî cîhanê çawa kar dikin û em çawa wekî yek in lê ji hev cuda ne.”

Herwesa Serokê Şaredariya Sterling Heughts Michael Talor jî tekez li ser wê yekê kir ku her tiştekî ji destê wan bê ji bo alîkarîkirin û pêşxistina Enkawayê vebiguhêzin û got, “Giring e ev peywendiya destexûşkiyê wekî ya yên din nebe belkî divê her du alî feydeyî jê werbigirin.”

 

Fly Erbil Advertisment