Siyade rûniştina Civata Parêzgeha Kerkûkê boykot dike

Civata Parêzgeha Kerkûkê
Civata Parêzgeha Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Siyadeyê li Kerkûkê di beyannameyekê de radigehîne, “Bi liberçavwergirtina wan lihevkirinên siyasî yên ku hejmareke hevparên me li parêzgeha Kerkûkê kirine û tê de pêkhateya Ereb hatiye pişguhxistin, me biryar da rûniştina civata parêzgehê boykot bikin, ku ji aliyê hin aliyan ve hatiye daxwazkirin.”

Partiya Siyadeyê li Kerkûkê tekezê dike, “Em qet bi piştguhxistinan razî nabin û em wan binpêkariyan red dikin ên ku li beranberî lihevkirinên berê hatine kirin, ku mafên tevaya pêkhateyan tê de parastî ne, bê ku çi aliyek li ser hisaba aliyekî din bê piştguhxistin, herwekî ku em li ser danana parêzgerekî Ereb ji bo Kerkûkê cidî ne û em destan jê bernadin.”

Herwesa di wê beyannameyê de hatiye, “Em bi hevpeymanên xwe re li ser wê helwesta xwe ji bo parastina mafên dengderên xwe û redkirina piştguhxistinê berdewam dibin, em bi rêya vê boykotê tekezê li ser redkirina xwe ji bo itîrafkirina bi rewatiya pêkanîna îdareya parêzgehê û civata parêzgehê dikin.”

Li dû zanyaran, biryar e li ser daxwaza serokê nû, Civata Parêzgeha Kerkûkê li roja Şemiyê bicive. ji bo vê meremê jî, nameyên vexwandinê ji bo endamên civatê hatine şandin. Bereyê Tirkmenî yê Îraqê jî ji aliyê xwe ve red dike ku tevlî civîna roja Şemiyê ya Civata Parêzgeha Kerkûkê bibe.

Şeva Şemî, 10.08.2024, bê tevlîbûna PDK, Bereyê Tirkmenî û hejmareke endamên Ereb ên Civata Parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê, Parêzgerê Kerkûkê û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin. Rêbwar Teha wekî Parêzgerê Kerkûkê û Mihemed Hafiz jî wekî Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Berî ew civîn bê kirin, firaksiyonên PDKê, Bereyê Tirkmenî û Hevpeymaniya Erebî li Civata Parêzgeha Kerkûkê di sê ragehandinên cuda de red kir ku tevlî wê civînê bibin û ew civîn wekî civîneke neqanûnî binav kir.

Fly Erbil Advertisment