Ferman Hîdayet: Kurd li Kerkûkê di qonaxeke metirsîdar de ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîser û çavdêrekî siyasî amajeyê dide, “Li Kerkûkê tenê wêneyên Sedam Hisên hatine rakirin, wekî din her eynî hizira Beisiyan û şovînîzmê desthilatdar e û amadeyî çewsandina Kurdan û Erebîkirina wan e, ev jî bi qanûn tê kirin û heta niha çi parêzgerekî Kurd ê wî bajarî nekariye rêyê lê bigire.”
Nivîser û Çavdêrê Siyasî Ferman Hîdayet îro (În, 23.08.2024) taybet ji K24ê re got, “Piroseya Erebîkirinê li Kerkûkê û cihên din piroseyeke berdewam e û heta niha ji Êzîdxaneyê heta digehe Xaneqînê berdewam e.”
Ferman Hîdayet amaje jî da, “Ya ku Beisiyan di dema 35 salên desthilatdariya xwe de li Kerkûkê û deverên derdora wê nekir, parêzgerê berê yê Kerkûkê yê sepandî Rakan Ciborî kir.”
Navbirî herwesa got, “Kurd piştî 16ê Cotmehê keftine bin destê piroseya nejadperestî ya Erebî û tenê temaşeker bûne û heta bergirî jî ji xwe nekiriye.”
Wî nivîser û çavdêrê siyasî tekez jî kir, “Kurd li Kerkûkê di qonaxeke metirsîdar de ne ji ber ku piraniya postên ewlehiyê yên wî bajarî di destên Ereban de ne.”