Sebah Subhî: Wezareta Petrolê ya Îraqê rêyê li hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê digire
Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Lijneya Petrol û Gazê li Civata Nûnerên Îraqê amajeyê dide, Îraqê zêdegavî li ser pişka xwe ya petrolê di rêkxistina OPECê de kiriye, û li sala 2025ê divê bi neçarî pişka zêde ya hinardekirina petrola xwe kêm bike. Ji bo vê meremê jî, rêyê li hinardekirina petrolê digire û ya ku dike jî li ser hisaba Herêma Kurdistanê ye.
Endamê Lijneya Petrol û Gazê li Civata Nûnerên Îraqê Sebah Subhî îro (În, 23.08.2024) taybet ji K24ê re got, “Me li lijneya xwe pêşniyar û daxwaz kiriye ku Wezareta Petrolê ya Îraqê her rojê 400 hezar bermîlên petrola Herêma Kurdistanê bibe. Ji bo wê meremê jî, me xwast boriyekê ji Herêma Kurdistanê bo Kerkûkê rabikêşin û ji wê derê jî bo Besreyê, lê me dît ku ev pirose nabe.”
Sebah Subhî amaje jî da, “Wezareta Petrolê ya Îraqê li beranberî hemî bizavan ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê rêgir e.”
Navbirî eşkere jî kir, “Wezareta Petrolê ya Îraqê zêdegavî li ser pişka xwe ya petrolê di rêkxistina OPECê de kiriye, bi awayekî ku milyonek û 400 hezar bermîl ji sê milyon û 600 hezar bermîlan ku jê re hatine diyarkirin derbaz kiriye.
Endamê Lijneya Petrol û Gazê li Civata Nûnerên Îraqê herwesa got, “Rêkxistina OPECê çend caran haydarî daye Wezareta Petrolê ya Îraqê li beranberî wê zêdegaviya ku li ser pişka xwe ya diyarkirî kiriye.”
Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyî ji 25ê Adara 2023ê ve hatiye rawestandin. Bexda, Hewlêr û Enqere ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê mijûlî danûastandin in. Rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bilî ku zirar gehandiye budce û jêrxaneyên Îraq û Herêma Kurdistanê, herwesa li sûka enerjiyê ya cîhanê jî bûye sedema kêmbûna nêzî nîv milyon bermîlên petrolê.