Şiwan Kelarî: Bexda bi neşandina mûçeyan dixwaze pêşketina Kurdistanê rawestîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Parlamentoya Iraqê dibêje, Bexda Herêma Kurdistanê ji xwe re dike behane û dixwaze bi neşandina mûçeyan, rê li pêşketina Kurdistanê bigire.

Endama Parlamentoya Iraqê Şiwan Kelarî îro 24ê Tebaxê ji K24ê re got: “Neşandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, hinceteke ku li dijî destûrê û biryara Dadgeha Federalî ye. Ji ber ku ti sedem nîne ku Wezîrê Darayî bi vî awayî mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê neşîne.”

Şiwan Kelarî got jî: “Ewên li Bexdayê ne, naxwazin hikûmetek serkeftî û herêmeke avedan li Kurdistanê hebe, ji ber ku dê pirsgirêkan ji wan re çêke. Di hikûmeta federal de gendelî, îsraf û talankirineke zêde heye.”

Herwiha got: “Eger Herêma Kurdistanê bi vî awayî bi pêş ve biçe, ewê rûbirûyî kolanên Iraqê bibin, ji ber tên êrîşî Herêma Kurdistanê dikin.”

Wî endama Parlamentoya Iraqê diyar kir: “Armancên siyasî li pişt vê mijarê hene, ew naxwazin Herêma Kurdistanê bihêz be, ji ber wê pirsgirêkan jê re çêdikin.”

Got jî: “Ti niyeta wan a baş nîne, hizra şovenîstî li Bexdayê heye û di nava hikûmetê de, ajandayên welatên derdorê tên cîbicîkirin û pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê re çêdikin.”

Kelarî got jî: “Ew planên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê tên danîn, biser ketin, ji ber ku pirsgirêkên me yên xakê, binpêkirina destûrê û xiyaneta Pêşmerge hene, pirsgirêka me yên Şingal, Kerkûk û deverên Kurdistanî hene, lê ew mûçeyan naşînin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pê mijûl kiriye.”