YNKê devereke din a Kurdistanê radestî Heşda Şeibî kir

Navenda Nûçeyan (K24) –  Piştî radestkirina Kerkûk û çend deverên din ên Kurdistanê, YNKê îro danê sibê 25-08-2024an, navçeya Kulaco  jî radestî hêzên Heşda Şeibî kir.

Navçeya Kulaco ser bi qezaya Kifrî ve ye, devereke çandiniyê ya mezin û dewlemend e, li ser rêya sereke ya Kelar - Gulala, 15 k.m dûrî navçeya Kelarê ye, hemû rûniştvanên Kulaco û gundên derdora wê Kurd in.

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê got, hêza Heşda Şeibî ku nêzîkî 3 hezar çekdar e, bi 200 wesayît, şofel, Hammar û alavên din ên leşkerî navçeya Kulacoyê xistine bin kontrola xwe. Ew dibêjin jî: “Me bi YNKê re li hev kiriye û her aliyek rê li ber me bigire, emê rûbirûyê wan bibin.”

Li gor zanyariyên ku K24ê ji jêderekî ewlehiyê bi dest xistine, YNKê ferman daye Lîwaya Pêncem a Hêzên Pêşmerge ku rûbirûyê hêzên Heşda Şeibî nebin, ji ber ku ew li gel wan rêkeftine.

Peyamnêrê K24ê got, hêzên Heşda Şeibî bîrên petrolê yên Kulaco kontrol kirine û ti hêzên Pêşmerge li nêzîkî bîrên petrolê nemane.

Çend rojan piştî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, YNKê di 16ê Cotmeha 2017an de parêzgeha Kerkûkê û çend deverên din ên Kurdistanê radestî Heşda Şeibî kiribû.