Mustafa Ozçelîk: Em biryara yekitîyê ya HAK-PAR û Hereketa Azadiyê pîroz dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, bi boneya biryara yekitîyê ya HAK-PAR û Hereketa Azadîyê, peyameke pîrozbahîyê ji Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan û Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadîyê Metîn Pîranî re şand.
Serokê Giştî yê PWKê Mustefa Ozçelîk peyama xwe arasteyî Duzgun Kaplan û Metîn Pîranî kir û tê de got: “Bi daxuyanîya we ya hevbeş ya roja 24.08.2024ê ku we li Amedê bi raya giştî re parve kir, em agahdar bûn ku HAK-PAR û Hereketa Azadîyê biryara yekbûnê dane.”
Herwiha got: “Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) mijara yekitî, hevkarî û tifaqan her li gorî vê rêbazê dinirxîne: Yên ku dikarin bibin yek, bila bibin yek; yên ku nikarin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin; yên ku nikarin hevkarî û tifaqan bikin, bila di nav dîyalogê de bin; yên ku nikarin dîyalogan jî pek bînin, bila dijminatîya hev nekin.”
Mustefa Ozçelîk got jî: “Em weke PWK bi vê rebazê û hişmendîyê, biryara yekitîyê ya HAK-PAR û Hereketa Azadîyê pîroz dikin û her serkeftinê ji bo we dixwazin.”