Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar da mamostayên wanebêj bibin girêbest

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî guhdarîkirina hez û daxwaziyên mamostayên wanebêj, Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar da ku divê tevaya wanebêjan li ser dahata navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin girêbest, ku hejmara wan nêzî 38 hezar kesan e.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 25.08.2024) pêşwaziya hejmareke nûnerên mamostayên wanebêj ên Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya mamosta û wanebêjan kir ku tevî rewşa giran a darayî, dest bernedane û berdewamî daye erk û peyama xwe ya pîroz û berpirsyarîtiya xwe bi cih aniye.

Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da ku bi mixabinî ve bi awayekî dadperwerane serederî bi Herêma Kurdistanê re nayê kirin, lewma jî ji bo nimûne li ser astê Hikûmeta Îraqê, li parêzgehên din ên Îraqê, tenê di dema salekê de, nêzî yek milyon kesan hatine damezrandin, lê xwe yek kes jî li Herêma Kurdistanê nehatiye damezrandin.

Piştî guhdarîkirina hez û daxwaziyên mamostayên wanebêj, Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar da ku divê tevaya wanebêjan li ser dahata navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin girêbest, ku hejmara wan nêzî 38 hezar kesan e.

Nûnerên mamostayên wanebêj rêz û spasiyên xwe ji bo xemxwerî û piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bicihanîna daxwaziyên wan diyar kirin.

 

Fly Erbil Advertisment