Lihevkirina YNKê û hejmareke Erebên Kerkûkê hat bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Lihevkirina YNKê û hejmareke Erebên Kerkûkê hat bicihanîn û postên Cîgir û Alîkarê Parêzgerê Kerkûk bi pêkhateya Ereban hatin dan, bi rêya komkirina hejmareke Ereban li Civata Parêzgehê jî, ji aliyê Parêzgerê Kerkûkê ve hatin piştrastkirin ku nayên piştguhxistin.
Hejmareke Erebên Kerkûkê bi Parêzger û Serokê Eşîreta Ubêd re civiyan, bi merema piştrastkirina wan ku di wê hikûmetê de nayên pişguhxistin û mafên wan dê parastî bin.
Alîkarê Parêzgerê Kerkûkê Sefa Muczîn di kinferanseke rojnamevanî de got, “Li ser bereketa Xudê, Hikûmeta Kerkûkê ya Niştîmanî hat pêkanîn, ku nûnerîtiya tevaya pêkhateyên wî bajarî dike. Şemendefira Kerkûkê hevrikiyên neteweyî ber bi aştî û pêkvejiyana rastîn hêla.”
Lihevkirina YNKê û hejmareke Ereban çû di warê bicihanînê de, postê Alîkarê Parêzgerî ji pişka Ereban dest bi karî kir.
Serokê Eşîreta Ubêd Wesfî Asî ji K24ê re got, “Xişteyeke diyarkirî ji bo parvekirina postan heye, rêkar tên temamkirin, ew postên li desthilata Civata Parêzgehê, li wê derê deng li ser tên dan. Hejmareke postan jî di desthilata Parêzgerî de ye û bi aneha Xudê tevaya xalên wê lihevkirinê tên bicihanîn.”
Pirkirina postên îdarî yên Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê di demekê de ye, hejmareke pêkhate û aliyan li benda yekalîkirina skalayên xwe ne, ku li Dadgeha Federalî li dijî îdareya niha ya Kerkûkê tomar kirine.