Wezareta Navxwe lijneyeke lêkolînê ji bo şewata Deriyê Perwêzxanê pêk tîne

Şewata Deriyê Sinorî yê Perwêzxanê
Şewata Deriyê Sinorî yê Perwêzxanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê lijneyeke lêkolînê ji bo şewata Deriyê Sinorî yê Perwêzxanê pêk tîne.

Wezîrê Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro (Sêşem, 27.08.2024) bi fermaneke wezarî lijneyeke lêkolînê ji bo rûdana şewata Deriyê Sinorî yê Perwêzxanê pêk anî.

Wezîrê Navxwe di wê fermanê de amajeyê dide ku “li dû wê desthilata di qanûna Wezareta Navxwe ya hejmar 6 a sala 2009ê de bi wî hatiye dan, biryara pêkanîna lijneyeke lêkolînê ji bo rûdana şewata Deriyê Navdewletî yê Perwêzxanê da.”

Herwesa eşkere jî kiriye ku, “Ew lijne ji van kesan pêk hatiye; Birêveberê Bergiriya Şaristanî ya Germiyanê Emîd Mufîd Elî Şukir, Nûnerê Îdareya Serbixwe ya Germiyanê Emîd Hisên Şêrzad Soz Elî, Nûnerê Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê Emîd Ehmed Ebdila Mihemed, Nûnerê Polîsên Germiyanê Eqîd Soran Mihemed Xerîb û Neqîb Ehmed Hemed Hisên ji Bergiriya Şaristanî ya Germiyanê li Perwêzxanê.”

Duhî (Duşem, 26.08.2024) li meydana rawestandina barhilgirên sotemeniyê li Deriyê Sinorî yê Perwêzxanê şewatek çê bû. Di wê şewatê de 17 barhilgirên sotemeniyê şewitîn. Herwesa ji verêja wê şewatê, şofêrek mir û 17 kes jî birîndar bûn.