Serokê Şaredariya Şêxanê ji bizaveke kuştinê rizgar bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Welatiyekî teqe li erebeya Serokê Şaredariya Şêxanê dike lê Serokê wê şaredariyê ji wê teqeyê rizgar dibe û dibêje, “Wî kesî daxwazeke neqanûnî ji min kir û min bi cih neanî, lewma wî bizav kir ku min bikuje.”
Serokê Şaredariya Şêxanê Xalid Nermo îro (Çarşem, 28.08.2024) ji K24ê re ragehand, “Nêzî seet 10:45 ê sibeha îro welatiyekî xelkê bajarkê me teqe li erebeya min kir û xwest min bikuje lê ez rizgar bûm.”
Xalid Nermo di derheqa sedema wê bizavê de got, “Berî çend rojan ew welatî hat nik min û daxwaz ji min kir ku karekê neqanûnî jê re derbaz bikim lê min red kir, lewma wî bizav kir ku min bikuje.”
Navbirî herwesa ron jî kir, “Heta niha ew teqeker ji aliyê hêzên ewlehiyê ve nehatiye desteserkirin ji ber ku piştî wê teqekirinê ji bo cihekî nediyar reviye.”
Serokê Şaredariya Şêxanê skalaya qanûnî li ser wî kesî tomar kiriye û dixwaze rêkarên qanûnî bi wî re bên bicihanîn. Tekez jî kir, “Ew rûdan min ji bicihanîna karên min bi awayekî qanûnî sar nake.”