Hêmin Hewramî: Mesrûr Barzanî dê serokatiya kabîneya dehem bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya PDKê Hêmin Hewramî got: “Em hêvîdar in piştî pêkanîna kabîneya dehem ku Mesrûr Barzanî dê serokatiya wê bike, her hêz û aliyên din ku posta cîgirê serokwezîr yan her postekî din werbigirin, bi rastî di hikûmetê de bin.”
Hewramî di kongreyeke rojnamevanî de got: Peyama Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyama aştî û biratiyê ye û PDKê dest bi êrişkirina ti aliyekî nake.
Ew endamê Polîtburoya PDKê hêvîdar e hemû aliyên siyasî di çarçoveya proseya demokrasiyê de tevbigerin û got: “Divê em ji bîr nekin ku piştî hilbijartinan divê em careke din bi hev re rûnin û lihev bikin.”
Herwiha hêvî xwast ku piştî pêkanîna kabîneya dehem a bi serokatiya Mesrûr Barzanî, her hêz û aliyên din ku posta cîgirê serokwezîr yan jî posteke din werbigirin, bi rastî di hikûmetê de bin.
Derbarê rewşa Kerkûkê de jî, Hewramî tekezî li ser wê yekê kir, helwesta PDKê li wê parêzgehê hertim zelal e û hertim berjewendiyên Kurdan li ber çavan digire.
Derbarê rêveberiya Herêma Kurdistanê de jî, wî endamê Polîtburoya PDKê eşkere kir, hinek alî beşdarî hikûmetê dibin, lê ji aliyekî din ve bi têkdana hikumraniyê û li dijî prensîbên hikumraniyê ne.