Fermandariya Operasyonên Kerkûkê: Me droneke nenas xist xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Operasyonên Kerkûkê ragihand, wan droneke nenas li bakurê Kerkûkê xistiye xwarê, ji ber ku destûra wê ya firînê tune bû.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê got, destpêkê dengên çend teqînan hatin bihîstin û piştre jî droneke nenas li navenda bajarê Kerkûkê kete xwarê.

Da zanîn, ew drona nenas li ser cadeya Qudsê ket xwarê û hêzên ewlehiyê cihê bûyerê dorpêç kirin û ajansên îstixbaratê li ser çavkaniya dronê dest bi lêkolînê kirin.

Li gor zanyariyên Polîsa Kerkûkê, di encama ketina dronê de ti ziyanên canî çênebûne, lê ziyanên madî tenê gihîştine mala welatiyekî, ji ber ku pareke dronê ketiye hewşa malê û agir pê ketiye û piştre ji aliyê tîmên Berevaniya Şaristanî ya Kerkûkê ve hatiye kontrolkirin.

Fly Erbil Advertisment