Ehmed Kîkî: PDK li Civata Parêzgeha Neynawayê dibe opozisyon

Ehmed Kenan Kîkî
Ehmed Kenan Kîkî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Firaksiyona PDKê li Civata Parêzgeha Neynawayê dibêje, “Ên ku li Civata Parêzgeha Neynawayê desthilatdar in dixwazin wê parêzgehê têk bidin û pêkvejiyanê nehêlin.”

Serokê Firaksiyona PDKê li Civata Parêzgeha Neynawayê Ehmed Kenan Kîkî di çarçoveya tevlîbûna di geşteke nûçeyên K24ê de ragehand, “PDK û çend hêzên din ên nav Civata Parêzgeha Neynawayê, ku hejmara kursiyên wan dibe 13 kursî, dibin opozisyon û karên Civata Parêzgeha Neynawayê red dikin.”

Ehmed Kenan Kîkî di pareke din a gotinên xwe de ragehand, “Ên ku li Civata Parêzgeha Neynawayê desthilatdar in dixwazin wê parêzgehê têk bidin û pêkvejiyanê nehêlin. Hindî ew li ser desthilatê bin, em dê venegerin nav Civata Parêzgehê.”

Ev jî di demekê de ye ku, Civata Parêzgeha Neynawayê bê amadebûna endamên firaksiyona PDKê û Neynawaya Yekgirtî hejmareke qayimqam û birêveberên nahyeyên sinorê parêzgeha Neynawayê guhertin, ku piraniya şêniyên pareke wan deveran Kurd in û dikevin sinorê deverên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê.

Di eynî demê de firaksiyona PDKê û Neynawaya Yekgirtî civîna wan boykot kir û endametiya xwe li Civata Parêzgeha Neynawayê hilawîst.

Civata Parêzgeha Neynawayê ji 29 kursiyan pêk tê û li ser du hevpeymaniyên serekî parve dibe; Hevpeymaniya Neynawaya Yekgirtî, ku 13 kursî hene û PDK jî tê de ye, û Hevpeymaniya Neynawaya Paşerojê, ku 16 kursî hene û hêzên çarçoveya hevahengiyê tê de ne.

Fly Erbil Advertisment