Artêşa Amerîkayê li Iraqê 15 çekdarên DAIŞê kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn (CENTCOM) ragihand, hêzên artêşa Amerîkayê û hêzên ewlehiyê yên Iraqê di êrişa li rojavayê Iraqê de, 15 çekdarên DAIŞê kuştin.
CENTCOMê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wê serê siba 29ê Tebaxê êrîşeke hevbeş ligel hêzên ewlekarî yên Îraqî li rojavayê Iraqê û pêk anîn û 15 endamên DAIŞê kuştin
Di daxuyaniyekê de got, operasyon roja 29ê Tebaxê bû û endamên DAIŞê çendîn çek, bombe û kemberên teqîner hilgirtibûn.
CENTCOMê da zanîn, 7 leşkerên Amerîkî jî di operasyonê de birîndar bûne, lê rewşa wan cîgir e.
Li gorî daxuyaniyê, operasyon ji bo armanckirina serkirdeyên DAIŞê, jinavbirin û sînordarkirina şiyana DAIŞê ji bo plankirin, organîzekirin û pêkanîna êrîşan li dijî sivîlên Iraqê, welatiyên Amerîkayê, hevpeyman û hevkarên wê li seranserê navçeyê û derveyî wê hatiye kirin.
Herwiha got, DAIŞ li ser navçe û hevpeymanan bi berdewamî gef e û Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ligel hevpeyman û hevkarên xwe yên Iraqî dê berdewam be li ser jinavbirina terorîstan.