Li gundekî Neynewayê mînek bi malbatekê de teqiya: Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqîna mîneke li gundekî qezaya Beacê ya Neynewayê de, 4 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Qaymeqamê Qezaya Beacê Ehmed Yûsif ji K24ê re ragihand, îro li gundekî Beacê de malbeta şivanekî dema xwast di maleke terkkirî de bicih bibin, mînek bi wan de teqiya.

Ehmed Yûsif da zanîn jî, di encama teqînê de 4 endamên wê malbatê canê xwe jidest dane û çend kesên din jî birîndar bûne.

Qaymeqamê Beacê diyar kir jî, birîndar ji bo nexweşxaneya navçeya Beacê hatin rakirin, lê birînên hinek ji wan giran in.

Herwiha Qaymeqamê Beacê amaje bi wê de, derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Fly Erbil Advertisment