Du rojan qedexeya hatin û çûnê li seranserî Îraqê tê ragehandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Bilind a Şêniyan biryar da ku qedexeya hatin û çûnê li tevaya parêzgehên Îraqê li rojên 20 û 21ê yên meha Mijdarê ji ber piroseya serhijmêriyê bisepîne.
Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê îro (Yekşem, 01.09.2024) di beyannameyekê de ragehand, “Serokwezîrê Îraqê serperiştiya civîna sêyê ya Civata Bilind a Şêniyan kir û tê de behsa lidûçûna amadekariyan kir, ji bo serhijmêriya giştî ya şêniyan û avahiyan li meha Mijdarê ya bê.”
Di wê civînê de, Sûdanî behsa hemî bizavan û raporta Dezgeha Amarê û Sîstema Zanyarên Cografî li Wezareta Pilandananê kir û daxwaz kir têbîniyên pêdivî di dema amadekariyan de ji bo bicihanîna pirsoeya serhijmêriya şêniyan bên pêşkêşkirin.
Wê civînê hejmareke biryaran pejirand ku hêsankariyan ji bo piroseya amadekarî û rahênanên serhijmêriyê dikin, ku bi vî awayê xwarê ye:
- Qedexeya hatin û çûnê li tevaya parêzgehên Îraqê li rojên 20 û 21ê Mijdara 2024ê.
- Çarekirina daxwaziyan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, li ser amadekirina kadirên amarê ji bo piroseya hejmardananê û vavartinê.
- Piştevaniya Wezareta Perwerdeyê û Wezareta Xwandina Bilind û Vekolînên Zanistî, ji bo piroseya amarê bi rêya amadekirina polan ji bo rahênanan û herwesa navendên ciwanan bi rêya Wezareta Werziş û Lawan.
- Bilezkirina veguhastina pêdivîtiyên darayî ji bo piroseya serhijmêriyê.
- Mêvandariya Serokê Dezgeha Amarê û Sîstema Zanyarên Cografî li civîna Lijneya Bilind a Hevahengiyê ya navbera parêzgehan.