PWKê peyamek li ser êrîşa nîjadperestên Tirk û kuştina Hekîm Luqman parve kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Kurdekî ji Başûrê Kurdistanê li Stenbolê ji ber axaftina bi zimanê Kurdî hate kuştin. Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li ser tora civakî ya Facebookê peyamek di derheqa wê êrîşa nijadperestên Tirk û kuştina Hekîm Loqman parve kir.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) îro (Yekşem, 01.09.2024) li ser tora civakî ya Facebookê peyamek di derheqa êrîşa nijadperestên Tirk û kuştina Hekîm Loqman ji ber axaftina bi zimanê Kurdî parve kir.
Ev jî tekista peyama PWKê ye:
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): Kurdekî ji Başûrê Kurdistanê li Stenbolê ji ber axaftina bi kurdî hate qetilkirin; em vê êrîşa nîjadperestan rûreş dikin
Hekîm Loqmanê ku xelkê Navçeya Şêxanê ya bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê bû, şeva 31.08.2024ê li gereka Aksaray a Stenbolê, ji ber ku bi kurdî diaxivî, tûşî êrîşa 12 kesên hov ên nîjadperestên tirk bû û bi kêran hate qetilkirin.
Bira û pismamekî Hekîm Loqmanî jî di vê êrîşê de birîndar bûne. Polîsan ev du kesên birîndar desteser kirine, lê paşê hatine berdan.
Ji êrîşkeran tu kes heta nuha nehatine girtin.
Ruhê Hekîm Loqman şad, cîhê wî biheşt be.
Em ji malbata Hekîm Loqman re sersaxîyê dixwazin.
Ev êrîşa hovane, ya nîjadperestên tirkan, berdewamîya sîyaset û kiryarên Dewleta Tirkîyeyê ye ku li ser dijayetîya kurdan, li ser dijayetîya zimanê kurdî tê meşandin.
Di van çend mehên dawî de gelek kurdên ku bi kurdî diaxivîn rûbirûyî êrişên nîjadperestan bûne, gelek kes ji ber gotina stranên kurdî hatine girtin.
Li gelek bajaran walîtîyan nivîsên şaredarîyan yên weke ‘’Pêşî Peya’’, ‘’Hêdî Hêdî’’ reş kirin, xera kirin.
Ev kiryarên li dijî zimanê kurdî li ber çavên Serokkomar Recep Tayîp Erdogan û rayedarên Dewleta Tirkîyeyê hatine kirin. Ev encama sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ye ku li ser esasê dijatîya kurdan hatîye ava kirin.
Em vê êrişa nîjadperestên tirk rûreş dikin. Em bangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku demildest êrîşkeran tesbît bikin û bigirin.
Em bangî Serokkomar Recep Tayîp Erdogan û rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku rê li ber êrîşên li ser zimanê kurdî, êrîşên li ser kurdan bigirin.
Divê rayedarên Dewleta Tirkîyeyê bizanibin ku miletê kurd heta nuha di êrîş, qetlîam û jenosîdan de bi sedhezaran keç û lawên xwe şehîd dane. Dîrokê îspat kirîye ku tu qetlîam û jenosîdan nikarîbûye ku miletê kurd ji holê rake û nikarîbûye rê li ber têkoşîna doza azadîya Kurdistanê bigire.
Miletê kurd heta îro serê xwe netewandîye û dê netewîne jî.
Em bangî Rêveberîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin da ku ew 12 kesên hov demildest bêne girtin, bi helwesteke biryardar li gel rayedarên Dewleta Tirkîyeyê peywendîyan deynin.
Bijî Kurd
Bijî Kurdistan
01.09.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)