Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê û firaksiyonên Kurdistanî civiyan

Bexda (K24) - Serokkomar, Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê, serokên firaksiyonên Kurdistanî û Wezîrên Kurd bi armanca yekdengiya Kurdan li Bexdayê taybet li ser pirsa mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê civiyan.
Peyamnêrê K24ê Şivan Cebarî gor, “Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula ji bo pêşengiyeke niştîmanî serokên tevaya firaksiyonên Kurdistanî, wezîr û berpirsên bilind ên Kurd li Bexdayê kom kirine, ji bo ku bikarin yekhelwestiyeke nû çê bikin û bikarin wê arêşeya ku girêdayî mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê ye çare bikin, herwesa Serokkomarê Îraqê û Wezîrê Derve yê Îraqê jî tevlî wê civînê bûn.”
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula îro (Yekşem, 01.09.2024) li ser vê civîna ku biryar bû di navbera firaksiyonên Kurdistanî de bê kirin ji rojnamevanan re got, “Armanca me ji vê civînê yekdengiya Kurdan li Bexdayê ye, xasma jî li ser pirsa mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê.”