Li Hewlêrê pirojeyek bi sedan hezar derfetên karî ji ciwanên Kurdistanê re çê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Jobs.KRD yadaştnameyeke hevfêmkirinê ji bo çêkirina bi sedan hezar derfetên karî îmza dikin.
Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 02.09.2024) li Hewlêrê yadaşteke hevfêmkirinê ji bo çêkirina bi sedan hezar derfetên karî ji ciwanên Kurdistanê re îmza kir.
Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şikrî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got, “Em li Herêma Kurdistanê di hin waran de rûbirûyî nebûna şarezayan bûn, lewma em bi Jobs.KRD re wî erkî bi amadekirina kadiran ji bo kertê taybet bi cih tînin, ji bo ku mimkin be kadirên hunerî yên baş bên çêkirin û biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo damezrandina rêjeya 75% ya destê karê navxwe di kertê taybet de bê bicihanîn.”
Mihemed Şikrî herwesa got, “Ji niha û pê de bi sedan hezar derfetên karî tên çêkirin, ji bo hin cihên taybet rahênan bi bi sedan kadiran tên kirin û ji bo ser karî li kertê geştyariyê û kargehan tên veguhastin, ji bo ku feyde ji şiyanên xelkê Kurdistanê bê wergirtin.”
Nûnerê “Jobs.KRD”ê Enes Kîfah Mehmûd jî di wê kongireya rojnamevanî de got, “Li dû wê hevfêmkirina ku heye, ew piroje li destpêkê bi sedan derfetên karî li kertê geştyariyê çê dike.” Herwesa got, “Armanc ji wê pirojeyê çêkirina derfetên karî ji bo destê karî yê navxwe ye.” Eşkere jî kir, “Heta niha nêzî 250 ciwanan ji bo wî kertî hatine amadekirin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi amadebûna Arîn Mesrûr Barzanî û hejmareke berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmareke konsulên welatan li roja 21.12.2023ê pirojeya pilatforma “Jobs.KRD”ê ji bo ciwanan û karxwazan li Herêma Kurdistanê ragehand.
Wekî ku pêştir j’ hat ragehandin, ev piroje di navbera karxwazan û xwediyên karan de ji bo peydakirin û berdestkirina derfetên karî dibe seko û pireke peywendiyan.