15 xortên Tirk li Izmîrê êrîşî du leşkerên Amerîkî kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilata Tirkiyeyê 15 endamên rêxistineke ciwanan a li dijî Amerîkayê, bi tometa ku destdirêjî li ser du leşkerên Amerîkî li bajarê Izmîrê kirine, girtin.

Li gorî ajansa “AA”, 15 endamên Yekîtiya Ciwanên Tirkiyeyê, yên girêdayî Partiya Niştimanî, ku partiyeke siyasî ya niştimanî ya biçûk û ti kursiyên wê di parlementoyê de nînin, bi fermana Dozgerê Giştî hatin girtin.

Ji aliyê xwe ve, Yekîtiya Ciwanên Tirkiyeyê girtevîdyoyek li ser tora medyaya civakî “X” weşand û got, wan çente xistine serê her du leşkerên ku ji keştiya Amerîkî USS Wasp derketine.

Di girtevîdyoyê de tê dîtin ku komek xort diqîrin: “Amerîkiyo, vegere mala xwe!”

Di dema êrîşê de her du leşkerên Amerîkî cil û bergên sivîl li xwe kiribûn. Li gorî rayedarên Tirkiyeyê, 5 leşkerên din ên Amerîkî jî piştî dîtina bûyerê tevlî bûyerê bûn û polîsên Tirkiyê jî destêwerdan kirin.

Keştiya USS Wasp piştî perwerdehiya hevpar a bi keştiyên êrîşkar ên Tirkiyeyê ên li Deryaya Spî re, roja Yekşemê gihiştibû Îzmîrê.

Fly Erbil Advertisment