Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Hindistanê li Îraqê dike

Mesrûr Barzanî û Prashant Pise
Mesrûr Barzanî û Prashant Pise

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Hindistanê li Îraqê dike, herwesa rêz û hurmetan ji bo bizav û karkirina Balyozê Hindistanê pêxemetî berdewamkirina peywendiyên dualî diyar dike û daxwaza serkeftinê di erkê wî yê nû de jî jê re dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 03.09.2024) pêşwaziya Balyozê Hindistanê li Îraqê Prashant Pise kir, bi helkefta bidawîhatina erkê wî li Îraqê.

Di wê hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Hindistanê Madan Gopal jî tê de amade bûbû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rêz û hurmet ji bo bizav û karkirina Balyozê Hindistanê pêxemetî berdewamkirina peywendiyên dualî diyar kirin û daxwaza serkeftinê di erkê wî yê nû de jî jê re kir.

Balyozê Hindistanê li Îraqê spasiya hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, herwesa tekez li ser giringiya pêşxistina peywendiyên welatê xwe bi Herêma Kurdistanê re kir.

Fly Erbil Advertisment