Şaxewan Ebdula serperiştiya civîneke berfireh a Lijneya Madeya 140ê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya serperiştîkirina civîneke berfireh a Lijneya Madeya 140ê de, Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê danûstandinan li ser pirsa çarekirina zirarên siyaseta guhertina demokgrafiyê li serdema rijêma Beis dike.
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula îro (Sêşem, 03.09.2024) serperiştiya civîneke berfireh a Lijneya Civata Nûnerên Îraqê ya Madeya 140ê bi amadebûna endamên wê lijneyê kir, ku tê de mêvandariya Serokê Şaredariya Qezaya Şêxanê û Birêveberê Giştî yê Regeznameya Barê Şaristanî û Pasport û Îqameyê û Fermandeyê Operasyonên Kerkûkê û Fermandeyê Firqeya 11ê ya Artêşê û Birêveberê Çandinê yê Kerkûkê û cotyarên Top Zawayê hat kirin.
Di wê civînê de, danûstandin li ser mijarên girêdayî berfirehkirina karê wê lijneyê, pirsa parvekirina karta niştîmanî ji bo welatiyan li dû tomara deverên wan, çawaniya çarekirina arêşeya cotyaran û binpêkariyan li ser zeviyan û peymanên çandinê hatin kirin.
Şaxewan Ebdula di pareke din a gotinên xwe de daxwaz ji aliyên peywendîdar û wezaretan kir ku, pabendî destûrî û bicihanîna madeya 140ê bin, tevî çarekirina zirarên siyaseta guhertina demografiyê li serdema rijêma Beis, herwesa asayîkirina rewşa deveran û qerebûkirina zirardîtiyan.
Tevî wê yekê jî, navbirî daxwaza lidûçûnê ji bo karên lijneya hikûmetê û rêdana bi vegeriyana mafan ji bo xwediyên wan ên rewa kir.