Bereyê Tirkmenî li ser boykotkirina rûniştinên Civata Parêzgeha Kerkûkê berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamên Bereyê Tirkmenî li ser helwesta xwe ya boykotkirina rûniştinên Civata Parêzgeha Kerkûkê berdewam in û dibêjin, “Heta dadgeh biryarê li ser qanûnîbûna pêkanîna îdareya parêzgehê nede, em tevlî rûniştinan nabin.”
Li ser pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê, Bereyê Tirkmenî îro (Sêşem, 03.09.2024) di ragehandinekê de amaje da, biryardana li ser pêkanîna îdareya nû bê amadebûna Tirkmenan berovajî bingeha hevparî û hevdengiyê ye û ew li ser redkirina civîna hotela Reşîdê li Bexdayê cidî ne.
Bereyê Tirkmenî herwesa ragehand, ew li ser tekezkirina helwesta xwe cidî ne. Tevî tevlînebûna wan di rûniştinên civatê de jî, ew li ser erkê çavdêrîkirinê jî berdewam dibin, heta wê demê ku dadgeh biryareke yekalîker dide.
Nivîsîngeha Siyasî ya Bereyê Tirkmenî tekez kir ku, ew li ser bizav û peywendiyên xwe bi Hikûmeta Federalî re berdewam dibin, pêxemetî peydakirina çareyeke herdemî ji bo arêşeyên Kerkûkê. Herwesa tekez kir, Bereyê Tirkmenî ji bo tevlîbûneke çalak di piroseya siyasî de kar dike.
Di dawiya ragehandina Bereyê Tirkmenî de hatiye ku, ew li ser hevahengiya bi hêzên Hevpeymanan re berdewam dibin, heta peydakirina nûnerîtiyeke dadperwerane ji bo Tirkmenan li tevaya qonaxên biryardanê li Kerkûkê.