Cotyarên Kurd û Tirkmen li Kerkûkê daxwaza helweşandina biryarên rijêma Beis dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Cotyarên Kurd û Tirkmen li Kerkûkê daxwaza helweşandina biryarên Serkirdetiya Şoreşê ya rijêma Beis dikin, ji bo ku xwedîtiya zeviyan ji bo xwediyên resen vegere.
Nûnerê Cotyaran di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Hin dengên neşaz li Civata Nûneran ji bo berdewamkirina wan biryaran bilind dibin û ew hêşta ji xewa dagirkariyê şiyar nebûne.”
Herwesa got, “Eger li Civata Nûneran ew pirojeqanûn neyên derbazkirin ku xizmeta zirardîtiyan dikin, hingê em neneçar dibin penayê bibin ber mangirtina berdewam li navenda bajarê Kerkûkê.”
Amaje jî da, “Cotyarên Kurd û Tirkmen xwediyên resen ên zeviyên çandinê yên Kerkûkê ne û li serdema rijêma berê bi hezaran şehîd dane.”
Nûnerê Cotyaran tekez jî kir, “Pêdivî ye biryarên Civata Serkirdetiya Şoreşê û Lijneya Karûbarên Bakurî yên rijêma Beis bên helweşandin, ji bo ku xwedîtiya zeviyan ji bo xwediyên wan ên resen vegere.“