Firokeyeke Hîndistanê bi egera hebûna bombeyekê li Erziromê daket
![](https://d2wqffb2bc8st5.cloudfront.net/images/Sep-2024/1725689769firoke.jpg)
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke Hîndistanê, bi egera ku bombe tê de heye, li firokexaneya Erziromê daket. Firokexaneya Erziromê bo hemû firokeyan hate daxistin.
Firokeyek ku ji Hîndistanê ber bi Almanya diçû û tê de 247 rêwî û staf hebûn, bi egera hebûna bombeyekê, bi awayekî lezgîn li firokxaneya Erziromê daket.
Piştî daketina firokeyê, tîmên AFADê, têmên tendirustî û polîsan ber bi firokeyê hatin şandin.
Parêzgarê Erziromê da xuyakirin, hemû rêwî bi awayekî ewle hatine veguhestin û tîmên pispor, di kontrolkirina çante û eşyayan de berdewam in.
Firokexaneya Erziromê, ji ber bûyerê, bo hemû firînan hate daxistin.