Serokwezîr bi projeyekê pirsgirêka kêmbûna avê ya Hewlêrê çareser dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, kevirê bingehîn ê projeya gihandina avê avê ya lezgîn li Hewlêrê tê danîn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 8ê Îlona 2024an kevirê bingehîn ê projeya gihandina avê ya lezgîn bo bajarê Hewlêrê datîne.
Rêveberê Giştî yê Av û Kanalîzasyonê yê Herêma Kurdistanê Arî Ehmed ji K24ê re ragihand: Proje bi nirxê 479 milyon dolar, li ser bûdceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê cîbicîkirin.
Bi gotina Arî Ehmed, projeya gihandina avê ya lezgîn bo Hewlêrê dê %100 kêşeya kêmbûna avê li parêzgeha Hewlêrê çareser bike.
Da zanîn jî, di projeyê de 2 santralên paqijkirina avê bi şiyana 20 hezar metre sêcar di demjimêrekê de, li gorî standardên Iraqî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî tên dirustkirin.