Bi fermana Mesrûr Barzanî 2 projeyên din ên avê li Hewlêrê tên cibicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 2 projeyên din ên avê li parêzgeha Hewlêrê tên cîbicîkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 8ê Îlonê kevirê bingehîn ê projeya gihandina avê ya lezgîn bo Hewlêrê danî û ragihand, ji bilê vê projeyê, wî daxwaz kir ku du projeyên din ên avê li parêzgehê bêne cîbicîkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, wî daxwaz ji aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, projeyeke din a avê ya “giring û stratejîk” ji bo nahiya Qoştepe û gundên derdora wê dest pê bikin ku dê ava Zêyê biçûk bigihînin wê deverê.

Got jî: Ji bilî projeya Qoştepe, min daxwaza cîbicîkirina projeya vezîvirandinê ya ava Hewlêrê di zûtirîn dem de kiriye. Di çarçoveya projeyê de, dê kar ji bo ji nû ve bikaranîna ava ku ji Hewlêrê tê derxistin were kirin. Bi vê jî, dê pêşî li qirêjiya jîngehê û ava binê erdê bigire û av ji bo park û keskahiyê ji nû ve were bikaranîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir: “Bi temambûna van projeyan re, bi sedan bîr dê bêne girtin û ev yek dê bibe alîkar ku ava binê erdê zêde bibe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Em hest bi bandora guherîna keşûhewayê li ser herêma xwe dikin, ji ber vê yekê ji bo parastina çavkaniyên avê û jîngeha xwe, me dest bi çêkirina çend bendavên bi mezinahiyên cuda kiriye. Em bi pêngavên xwe berdewam dibin, heta bi komkirina avê, bikarin sektorên çandinî û geştyariyê bipêş bixin.”

Herwiha got: “Pêwîst e em çand û hişyarî li ser çawaniya bikaranîn û parstina avê bipêş bixin. Lê mixabin rêjeya bikaranîna avê ya serê her kesî li Herêma Kurdistanê ji standarda navneteweyî gelekî zêdetir e, ji ber vê yekê divê sîstema perwerdehiyê, saziyên civaka sivîl, mamostayên olî, dezgehên ragihandinê di vî warî de rola xwe bilîzin û xelkî jî zêderûyî di bikaranîna avê de nekin.”

Fly Erbil Advertisment