Li Dêrsimê 4 leşkerên Tirkiyeyê canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Dêrsimê 4 leşkerên Tirkiyeyê di encama bûyereke hatûçûnê de canê xwe jidest dan û leşkerekî jî birîndar bû.

Wesayita leşkerî ya zirxî ya Fermandariya Cendirmeyan a Dêrsimê di navbera navçeyên Pulur û Xozatê de ji kontrolê derket û di encamê de 4 leşkeran canê xwe ji dest dan û leşkerek jî birîndar bû.

Wezîrê Navxwe Alî Yerlîkaya ragihand, li navçeya Ovacikê wesayîta bizirx dema di erkê xwe de bû, wergeriya û 3 çawîşên pispor ên cendirme û serdesteyekî pispor ê cendirme canê xwe jidest dan.

Alî Yerlîkaya diyar kir, derbarê bûyerê de lêpirsîna yasayî hatiye destpêkirin û leşkerê birîndar jî ji bo nexweşxaneyê hatiye rakirin.

Fly Erbil Advertisment