Umêd Xoşnaw: Alîkariyên Serokwezîr li ser dikandarên sûkên Lenge û Şêxelayê tên parvekirin

Umêd Xoşnaw
Umêd Xoşnaw

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Hewlêrê radigehîne, “Îşev alîkariyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser dikandarên zirardîtî yên sûkên Lenge û Şêxelayê tên parvekirin.”

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (Duşem, 09.09.2024) di kongireyeke rojnamevanî de ragehand, “Îşev alîkariyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser dikandarên zirardîtî yên sûkên Lenge û Şêxelayê tên parvekirin, alîkariya her dikandarekî zirardîtî bi du milyon dînaran tê kirin.”

Umêd Xoşnaw herwesa got, “Cara yekê 66 dikan li Sûka Lengeyê şewitîn, cara duyê jî 48 dikan şewitîn û herwesa 17 dikan jî li Sûka Şêxelayê şewitîn.”

Navbirî di pareke din a gotinên xwe de eşkere kir, “Mijara lêborînê ji bo bac û kareb û av û gilêşî ku Sûka Qeyseriya Hewlêrê vegirtibû, sûkên Lenge û Şêxelayê jî vedigire.”

Parêzgerê Hewlêrê ron jî kir, “50% ya nûjenkirina Sûka Qeyseriya Hewlêrê temam bûye. Du kompanî li ser wê sûkê kar dikin. Ji bo nûjenkirina Sûka Lengeyê jî, 600 milyon dînar hatine terxankirin.”

Umêd Xoşnaw tekez jî kir, “Eger piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî neba, me nedikarî alîkariya wan kedkaran bikin.” Herwesa got, “Erkê hikûmetê ye ku derfetên kar û keda xelkî biparêze.”

Navbirî herwesa ragehand, “Ewlehiya pênc sûkên milî keftiye ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi sîstema Bergiriya Şaristanî. Ji bo sûkên din jî, ew yek tê kirin.”

Parêzgerê Hewlêrê herwesa got, “Daxwaza dikandar û kedkaran ew e ku, ewlehiya wan sûkan bikeve stûyê hikûmetê.”