Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê maf û zeviyên cotyarên Kerkûkê vedigerîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê tekez dike ku, berdewam bizavê ji bo vegerandina maf û zeviyên cotyarên Kerkûkê dike.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula duhî (Duşem, 09.09.2024) pêşwaziya şandeke cotyarên Kerkûkê kir û pê re berdewamiya bizavan ji bo vegerandina maf û zeviyan ji bo xwediyên wan ên resen û herwesa pêngavan ji bo helweşandina biryarên Civata Serkirdetiya Şoreşê ya helweşiyayî tekez kir.

Di hevdîtinekê de ku Serokê Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Îraqê û hejmareke endamên Civata Nûnerên Îraqê tê de amade bûbûn, danûstandin li ser rewşa cotyaran û rêçareyên arêşe û destdirêjiyan li ser wan hatin kirin.

Şaxewan Ebdula tekez li ser bizavan û karkirina li ser pirsa vegerandina maf û zeviyan ji bo xwediyên wan ên resen li deverên nakok kir, herwesa tekez kir ku kar ji bo helweşandina biryarên Civata Serkirdetiya Şoreşê ya helweşiyayî bi qanûnên berkar dikin.

Navbirî herwesa got, “Alîkarî di navbera Lijneya Civata Nûnerên Îraqê û Lijneya Hikûmî ya Madeya 140ê ya Destûrî de heye, ji bo şiyandarkirina qerebûkirina zirardîtiyên serdema rijêma nemayî ji bo peydakirina dadperweriyê.

Fly Erbil Advertisment