Dronekê malek li Kampa Mexmûrê bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî zanyariyan, malek li kampa Mexmûrê ji aliyê droneke artêşa Tirkiyeyê ve hate bombebarankirin.

Li gorî medyaya nêzîkî PKKê, îro danê êvarê malek li kampa Mexmûrê ji aliyê droneke artêşa Tirkiyeyê ve hate bombebarankirin.

Amaje bi wê jî kir, di encama êrîşê de, 3 jin birîndar bûne, birînên jinekê giran in û ji bo nexweşxaneyê hatiye rakirin.

Kampa Mexmûrê ku ji aliyê PKKYê ve wekî “Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî” tê naskirin, nêzî 20 hezar kesan lê bicih dibin ku alîgir û kesûkarên gerîlayên PKKyê ne.

Pêştir gelek caran ew kamp ji aliyê firokeyên şer û dronên Tirkiyeyê ve hatiye bombebarankirin û zirarên canî û madî ji wan bombebaranan çêbûne.