Komeleya Bergirîkirina ji Azadiya Rojnamevaniyê ya Îraqê: Em rêgirtina li tîma Kurdistan24ê şermezar dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Komeleya Bergirîkirina ji Azadiya Rojnamevaniyê li Îraqê di ragehandinekê de rêgirtina Tîma Ragehandinê ya Serokatiya Komara Îraqê li tîma medyayî ya Kurdistan24ê şermezar dike û wekî “binpêkirina azadiyê ya destûrê gerentîkirî yê karê rojnamevanî û medyayî” dibîne.
Li dû ragehandina Komeleya Bergirîkirina ji Azadiya Rojnamevaniyê li Îraqê, “Rêgirtina li tîma medyayî ya Kurdistan24ê binpêkirineke li dijî qanûn û destûrî ye ji ber ku destûrî azadiya karê rojnamevanî û medyayî bê sinordarkirin û şert gerentî kiriye.”
Ew komele daxwazê ji dezgehên hikûmetê dike ku “hêsankariyan ji bo karê ragehandinê di romalkirina rûdanan de bikin û destan ji rêgirtinê berdin û pabendî destûrî bin.”
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro (Çarşem, 11.09.2024) gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazîkirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li destpêkê li Koça Komarî ya Bexdayê bi Serokê Komara Îraqê Dr. Letîf Reşîd re civiya, paştir jî li Koçka Hikûmetê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.
Tîma Ragehandinê ya Serokatiya Komara Îraqê ji hejmareke kanalên Kurdî tenê rê li Kurdistan24ê girt ku merasîmên pêşwazîkirina Serokê Komara Îraqê Dr. Letîf Reşîd li Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan li Bexdayê romal bike.