Polîtburoya PDKê: Em tekeziyê li ser hilbijartineke pak û azad dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di salvegera Şoreşa Îlonê de, tekezî li ser proseyeke hilbijartinê ya pak û azad li Herêma Kurdistanê kir.
Polîtburoya PDKê îro 11ê Îlonê bi boneya 63 saliya Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û tê de got: “Şoreşa Mezin a Îlonê weke tevgereke siyasî taybet bû, ji ber ku ne tenê siyasî û çekdarî bû, belkû di warê civakî, rewşenbîrî, çandî, perwerdeyî, tenduristî û xwebaweriyê de jî bû.”
Herwiha got: “Wek her car, divê em tekezî li ser rêbaza kûr a Kurdistanî, netewî û partîtiya xwe bikin, bo bihêzkirina hevahengî û gotara siyasî û yekrêziya hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê, bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina qewareya destûrî û yasayî ya Herêmê û destkeftên me.”
Polîtburoya PDKê di peyama xwe de behsa xula şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir dê di 20-10-2024an de were lidarxistin û tekezî li ser proseyeke hilbijartinê ya pak û azad li Herêma Kurdistanê kir.
Herwiha got: “Em piştevaniya çareserkirina kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de dikin, bi cîbicîkirina destûr û rêkeftinên siyasî û îdarî, bi taybetî mijara mûçe û bûdceya Herêma Kurdistanê.”