Talip Sana: Derbeya 12ê Îlonê nekarî giyanê kurdayetiyê têk bibe

Diyarbekir (K24) – Yek ji hovîtiyên Girtîgeha Diyarbekirê ya ku tê de êşkenceyên giran li kurdan hatibû kirin ew e ku rê nedihat dayîn dayîkên serdana zarokên xwe dikirin bi kurdî biaxifin, gelek dayîkan jî bi tirkî nedizanîn. Talip Sana yê ku di Girtîgeha Diyarbekir de mabû di salvegera 12ê îlonê de dibêje derbeya leşkerî ya ku dijî kurdan hatibû kirin nekarî giyanê kurdayetiyê têk bibe.

Serokerkanê Tirkiyeyê yê sala 1980yê Kenan Evren bi vê axaftinê dabû zanîn ku artêşa Tirkiyeyê dest daniye ser rêveberiya Tirkiyeyê û derbeya leşkeri pêk hatiye. Piştî vê yekê jî bi teybetî di Girtîgeha Jimare 5 a Diyarbekir de êşkenceyên bi hovîtiyek nehatî dîtin li kurdan hatin kirin. Yek ji mexdûrên wan rojan jî Talîp Sana bû ku bîranînek wî qet ji bîra wî neçuey ku bûye mjjara gelek fîlm û pirtukan jî. Pîra Talîp Sana ya bi navê Eyşê di girtîgeha Diyarbekir de serdana wî dike lê bi tirkî nizane û qedexe ye kesên hatine serdanê bi kurdî biaxifin.

Mexdûrê Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê Talîp Sana ji K24ê re got: “Pîra min jê re Eyşa Mamo digotin. Gelek ji min hes dikir. Di serhildana  Şêx Seîd de wek pêşmerge tekoşîn dabû. Ji ber ku ez ji ber doza kurdistanê ketibûm girtîgehê keyfa wê dihat, dixwest min bibine. Jê re gotibûn tu kurdî biaxifî dê lêdanê li neviyê te bikin. Ew jî hîn bibû tenê bêje Oxlim nasildir.”

Mexdûrê Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê Talîp Sanayê 68 salî dibêje armanca sereke ya derbeya leşkeri ya 12ê Îlonê ew bû ku hişmendiya kurdayetiyê têk bibe lê tevî hemû zilm û zordariyê ew armanc bi ser neket.

Talîp Sana dibêje: “Tedar, zilm, êşkenceyên di Girtîgeha Diyarbekir de li kurdan hatî kirin li ti deverî nehatiye dîtin. Xwestin kurdayetiyê xilas bikin. Lê bi ser neketin. Dê ti caran mejiyê kurdayetiyê ji holê ranebe.”

Mexdûrên derbeya leşkeri dibêjin bo kurdan birîneke mezin e û divê Girtîgeha Diyarbekir bibe muzexaneyek wisa ku hemû êş û azaran bikeribe vebêje.