Malbata Narînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir

Narîn
Narîn

Diyarbekir (K24) - Birayê Narînê Baran Guran bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re got ku bila rewşa wî ya giran berçav were girtin û nirxandinên derbarê wî û malbata wî de jî li gorî vê rewşê werin kirin, û Baran Guranî di daxuyaniya xwe de vê carê mamê xwe neparast.

Birayê Narîn Guranê yê bi navê Baran Guran bi daxuyaniyekê bang li raya giştî kir. Ji bilî Baran Guran, hemû birayên Narînê binçav de ne.

Baran Guran di daxuyaniya xwe de dibêje ew û malbatek ku têkiliyên wan ên navxweyî xurt in, bi hev re mezin bûne û tiştekî asayî ye ku ew li malbata xwe negire ku tawaneke wisa kiribin û ji ber wê wî di daxuyaniya xwe ya yekê de gotiye mamê wî tiştek wisa nake.

Baran Guran ji raya giştî dixwaze ku dema derbarê wî û kesayetiya wî de nirxandinek were kirin, bila rewşa wî ya dêrûniyê jî berçav were girtin ku niha ji pêvajoyeke gelek giran derbas dibe.

Baran Guran dibêje ku ew dikare bo xiwşka xwe canê xwe jî feda bike ku ewqasî ji xiwşka xwe hes dikir.

Baran Guran amaje dike ku êrîşkarên ku ew hovîtî li Narînê kirine kî dibin bila bibin, bila werin sizadan û bila bo Narînê dadperwerî were bicihanîn.

Fly Erbil Advertisment