Wezîrê Dadiyê yê Tirkiyeyê: Doza kuştina Narînê bi awayekî nihênî bi rê ve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Dadiyê yê Tirkiyeyê radigehîne, “Doza kuştina Narînê bi awayekî nihênî bi rê ve diçe.” Herwesa dibêje, “Her kesekê dest di wê tawanê de hebe rûbirûyî tundtirîn siza dibe.”
Wezîrê Dadiyê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunc îro (Pêncşem, 12.09.2024) di hevdîtinekê de ragehand, “Doza kuştina Narînê bi awayekî nihênî bi rê ve diçe, lê hebûna gotgotkên şaş bûye sedema gehandina zirarê ji bo wê dozê.”
Wezîrê Dadiyê yê Tirkiyeyê di pareke din a wê hevdîtinê de tekez kir, “Her kesekê dest di wê tawanê de hebe rûbirûyî tundtirîn siza dibe.”
Yilmaz Tunc amaje jî da, “Ji aliyê pizişkên dadweriyê ve hûrbînî li ser mînakên wergirtî tên kirin, seredav zanyarên giring didin me.”
Navbirî tekez jî kir, “Darizandina bikujên Narînê ji bo me wekî qerzê li ser milan e. Eşkere ye ku ew doz bi awayekî nihênî tê birêvebirin, hebûna gotgotkên şaş dibe sedema gehandina ziraran ji bo wê dozê.”
Wezîrê Dadiyê yê Tirkiyeyê herwesa ragehand, “Nedibû ku bi vî awayî zanyarên şaş di nav civaka me de belav bûban. Em bi her awayî tawanbaran rûbirûyî dadgehan dikin û tundtirîn siza li ser wan disepînin.”