Serokê Amedsporê Azîz Elaldı qezaya trafîkê derbas kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hat ragihandin ku Serokê Amedsporê Azîz Elaldi qezaya trafîkê derbas kiriye û di encamê de parasûyê wî şikestiye û bo nexweşxaneyê hatiye rakirin.
Li gorî agahiyên destpêkê Serokê Amedsporê Azîz Elaldi li bajarê Îzmîrê qezaya trafîkê derbas kiriye û birîndar bûye.
Li gorî agahiyên hatine parvekirin, parasûyê Azîz Elaldi şikestiye û bo Nexweşxaneya Bajêr a Îzmîrê hatiye rakirin û dermankirina wî dest pê kiriye.