Li gorî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê divê mûçe di dema xwe de bên şandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser dabînkirina mafên darayî yên karmendên Herêma Kurdistanê li hev kirin. Li gorî rêkeftinê jî, divê mûçeyên mehane di dema xwe de bên şandin.

Karmend bi vê yekê dilxweş in û dibêjin, divê hikûmeta federal mijara mûçeyan bi mijarên siyasî re tevlihev neke. Aborînasekî jî got: “Ti hincet nîne ku hikûmeta federal mafên darayî yên Herêma Kurdistanê neşîne.”

Karmendê hikûmetê Hîwa Reşîd ji K24ê re ragihand, mûçe amûreke jiyan û geşbûna welat e, dabînkirina mûçe di dema xwe de tiştekî baş e, lê eger hikûmeta Iraqê pirsgirêkan dernexîne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe bicih anîne. Aborînas Ramya Rizgar dibêje, eger kêşeyek ji bo şandina mûçeyên karmendan hebe, ew tenê hincet e ji aliyê hikûmeta federal ve, eger na, ew pirsgirêk hatine çareserkirin.

Aborînas Ramyar Rizgar got: “Karên jimêryariyê ew e ku hesabên xwe bike. Heger kêmasî hebin, komîte dê rapora xwe binivîsîne û dû re dê pêdaçûnê tê de bê kirin.”

Got jî: “Komîteya pişkinînê nabe hincetekê derxe û mafên darayî berî ku karê xwe bidawî bike, mûçe jî mafê karmendan rabigire. Herwiha divê mûçe di dema xwe de bên dayîn. Eger navek dubare bibe yan pirsgirêkeke din hebe, mûçeyên wan bi tena serê xwe têne ragirtin.”