Li Tirkiyeyê kertê cilûbergan tûşî qeyranê bûye
Stenbol (K24) – Li Tirkiyeyê kertê tekstîlê tûşî qeyraneka mezin bûye û bazar li gor sala borî ji sedî 80 kêm bûye. Mertera Stenbolê navenda berhemanîn û hinardekirina cilûbergan e û kargehên wê navendê roj bi roj dawî bi karê xwe tînin. Aborînas hişyarî didin, heke kertê cilûbergan raweste dê Tirkiye tûşî qeyraneka mezin a bêkariyê bibe.
Li Tirkiyeyê kertê firotin û dirûtina cilûbergan ji ber bihabûna xercên berhemanînê û lawazbûna bazara hinardekirinê rawestiyaye û rojane kompanyayek an dawî bi karê xwe tîne an jî îflasbûna xwe radigihîne.
Li gor amarên Yekîtiya Borsa û Jûrên Tirkiyeyê, di heft mehên îsal de hezar 554 kompanî îflasbûna xwe ragihandine ku piraniya wan ji kertê cilûbergan û avahîsaziyê ne. Ev hejmar dê di rojên bê de zêdetir bibe û dibe ku Abdullah Kotumê ku ev 30 sal in cilûberg berhem tîne yek ji wan be.
Kotum dibêje, ji alîkî qeyrana aboriya li Tirkiyeyê, ji alîkî din ve jî şerê Ukraynayê û li Rojhilata Navîn bazara wan ji sedî 80 kêm kiriye.
Karsaz Abdullah Kotum ji K24ê re got: “Bazar nemaye û em kar nakin. Dahata me zêdetir e ji xercên me. Îro xercên me 100 hezar dolar be, dahat me 50 hezar dolar e. Lewma em dê heta dawiya serê salê ber xwe bidin. Ger wiha berdewam bike em dê kargeha xwe bigrin û herin. Ne tenê em, piraniya cîranên me jî yek bi yek kargeha xwe digrin le heta sala par û pêrar jî karsaz nedikarîn li vir kargeh peyda bikin. Ji berk u bazar gelek germ kargeh bi dest nediket.”
Kertê cilûberagan û avahîsaziyê du kertên sereke yên Tirkiyeyê ne ku herî zêde derfetên karî lê hene. Aborînas hişyarî wê yekê didin ku, dê rawesatana aboriyê li pirsa helawsanê zêde bibe û ev e jî dê sedan hezar kesan bêkar bihêle.
Aborînas Sûleyman Karan dibêje: “Ne tenê kertê cilûbergan û avahîsaziyê, kertê geştiyariyê jî ber bi îflasbûnê ye û dê hejmara îflasan zêdetir jî bibe. Paşê dê Tirkiye tûşî rawesatana aboriyê bibe. Dê rêjeya helawsanê jî kêm nebe û ev her du pirsgirêk dê pirsa bêkariyê bi xwe re bîne û dê aboriya Tirkiyeyê ber bi qeyraneka dijwartir ve biçe.”
Li gor amaran, di heft mehên îsal de li gor sala borî hejmara kompanyayên ku dawî bi karê xwe anîne ji sedî 28 zêde bûye, hejmara kompanyayên ku ava bûne ji sedî 14 kêm bûye.