Berhemên wêjeyî yên zindaniyan li pêşengeheke Stenbolê hatin pêşandin
Stenbol (K24) – Li Stenbolê berhemên zîndaniyên siyasî di pêşengeheka wêneyan de hatin nûmayîşkirin. Naveroka giştî ya pêşengehê jiyana zindanê ye û amadekarên pêşengehê diyar kirin ku, armanca wan a sereke bihêzkirina pêwendiyên hunermendên derve û hunerhezên zindanî ye û dixwazin bibin deng û rengê hizrên hunerî yên zindaniyan.
Pêşengeha wêneyan a bi navê “Pirtûkxaneya Bêsînor” ku nûmayîşkirina berhemên 96 zindaniyên siyasî û 34 wênegir, grafîker û peykertiraşan li xwe digre destpê kir. Di pêşengehê de ji wêneyan heta helbest û çîrok û pirtûkên ku li ser jiyana girtîxaneyê hatine nivîsin û gelek cûrên din ên wêje û hunerê hatin nûmayîşkirin.
Di roja yekemîn a pêşengehê de hunerperweran pêşwaziyeka germ nîşanî berheman dan. Berpirsê yek ji amadekarên pêşengehê diyar dike ku, aramanca sereke ya vê pêşengehê nêzikkirina bîr û baweriyên hunerî yên zindaniyan û hunermendên li derve ye.
Peyvdarê Kollektîfa Hatiye Dîtin Adîl Okay ji K24ê re got: “Armanca me ya ji vê xebatê bilindkirina moralê zindaniyan e. Lewra dema berhemên wan tê nimayîşkirin jixwe bawer dibin ku keda wan berhewa neçûye û hunerperwer behsa wan dikin. Yanî em dixwazin hunerheziya zindaniyan zêdetir were dîtin. Digel vê yekê jî gelek pirsgirêkên zindaniyên siyasî hene û em dixwazin bi vê xebatê bala raya giştî bikêşin ser wan.”
Di pêşengehê de bala beşdaran zêdetir li ser wêneyan bû. Di pêşengehên pêştir de wênegiran li gor hizrên hunerî yên zindaniyan wêne digirtin. Vê carê jî têgeha sereke ya wêneyan zindan bû û wênegiran xwestine bi çavê derve jiyana zindanê bibînin.
Damezirînerê Redfotografê Ozcan Yaman dibêje: “Me di wêneyên xwe yên vê carê de sûd ji berhemên wêjeyî yên wekî çîrok û helbestên zindaniyan girt ku têgeha sereke ya xebata me zindan e. Min berhemên zindaniyan ji hevalên xwe yên wênegir re şandin û wan jî hewil dan ku hizra pirtûkxaneya bêsînor di wêneyên xwe de bihûnînin. Di encamê de jî ev berhemên li pişt min dirûst bûn.”
Ev pêşengeh berhemên hunermendên zindanî û hunermendên derve tîne ba hev. Pêşengeh dê heta nehê meha bê berdewam bike.