Bo cara yekem Beşar Esad kesekî Golanî ji bo avakirina kabîneya nû destnîşan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê piştî şêwira bi Komîta Navendî ya Partiya Beis re, Mihemed Xazî El-Celalî bi avakirina kabîneya nû li Sûriyeyê destnîşan kir.

Serokê Sûriyê Beşar El-Esed duhî biryarek derxist û tê de wezîrê berê yê ragihandinê Dr. Mihemed Xazî El-Celalî bi avakirina kabîneya nû li Sûriyeyê destnîşan kir.

Ev cara yekem e Şam radigihîne ku şêwirmendî li ser destnîşankirina serokwezîrekî nû tê kirin, ji ber ku ev nêzîkî pênc dehsalan e şêwirên avakirina hikûmetê di nav bazneya yekem a desthilatê de û dûrî medyayê, dihatin kirin.

Ji dema ku Beşar Esed di sala 2000î de hatiye ser desthilatê, serokwezîr ji endamên hikûmetê yên berê, parêzgar an balyozên berê yên ku ezmûna wan di karê îdarî û wezaretê de hene û ji aliyê dezgehên ewlekarî yên pêwendîdar ve tên erêkirin, dibin û gelek caran jî endamên Komîta Navendî ya Partiya Beisê ne.

Dr. Mihemed Xazî El-Celalî sala 1969an li Şamê ji dayik bûye. Bawernameya endezyariya şaristaniyê li zanîngeha Şamê di sala 1992 de û doktora di endazyariya aborî de ji zanîngeha Eyn Şems li Qahîre di sala 2000 de wergirtiye. Di navbera 2014 – 2016an de jî Wezîra Pêwendiyan û Teknolojyayê bû.

El-Celalî ji gundên herêma Golanê ye û ew yekemîn kesayeta ji Golanê ye ku ji bo avakirina hikûmetê di serdema Esedê bav û Esedê kurd de, tê erkdarkirin e.

Girên Golanê di navbera çemê Yermûk li başûr û çiyayê Şêx li bakur de ye û beşek ji Sûriyeyê ye. Piştî şerê sala 1967an ve beşek mezin ji wê herêmê di destê Îsraîlê de ye. Neteweyên Yekgirtî jî wê herêmê wek ji axa Sûriyeyê yê dagîrkirî dibîne.