Nêçîrvan Barzanî destxweşiyê li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê û berpirsên fermangeh û yekîneyên îdarî yên wê îdareyê re dicive û piştgiriya xwe ji bo kar û erkên wan bi temamî tekez dike.
Di berdewamiya serdana xwe ya ji bo Zaxoyê de, piştî nîvroya îro (Yekşem, 15.09.2024) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo û berpirsên fermangeh û yekîneyên îdarî yên wê îdareyê re civiya.
Di wê civînê de, Serperiştê Îdareya Zaxoyê û berpirsên wê kurtiyek li ser kar û piroje û çalakiyan û rewşa kargêrî û xizmetkariyan li nav bajarê Zaxoyê û sinorê wê îdareyê bi giştî berçav kir, herwesa behsa pilana kar û pirojeyên paşerojê jî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe ve destxweşî li Serperiştê Îdareya Zaxoyê û berpirsên wê kir, ku tevî qeyran û arêşeyan kariye devera xwe ji hemî aliyan ve pêş bixin, herwesa piştgiriya xwe ji bo kar û erkên wan bi temamî tekez kir.
Li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê jî ku tewerekî din ê wê civînê bû, Serokê Herêma Kurdistanê hêvî kir ku ew pirose bi awayekî biserkeftî bi rê ve biçe û tekez jî kir ku hemî alî pabendî rênimayên qanûnî û parastina tenahiya bangeşeya hilbijartinan bin.