Li gundekî Efrînê hin jin ji aliyê çekdaran ve hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) - Jinên gundê Kaxirê yê Efrînê li dijî kiryarên grûpên çekdar derketin xwenîşandanê û di encamê de hin jin ji aliyê çekdaran ve hatin birîndarkirin û hejmarek jî hat girtin.
Çalakvanên Efrînê belav kirin, grûpa çekdar a bi navê Silêman Şah baceke giran li ser darên zeytûnan ên cotkarên gundê Kaxirê ferz kiriye, ji ber ku gundiyan nekarîn bacê bidin, çekdarên wê grûpê bi ser gund de girtin û hejmareke mezin ji xortên gund girtin.
Li gorî çalakvanan, jinên gund li dijî van kiryarên grûpên çekdaran derketin xwenîşandanê û nerazîbûna xwe nîşan da, lê çekdaran bi tundî êrîş kir ser jinan û gule lê reşandin, çend jin birîndar bûn û hejmareke jinan jî hat girtin.
Li gorî zanyariyên K24ê, gundê Kaxirê ji aliyê çekdaran ve hatiye dorpêçkirin û tora internetê jî li ser gund hatiye birîn û herwesa alozî jî li gund berdewam e.
Pêştir Malpera ENKSê jî li ser zarê çend jêderan belav kir, çekdarên grûpa El-Emşat li gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta, baca 200 dolarên Amerîkî li kesên ku di xaniyên xizmên xwe yên koçber de ne ferz kirin.
Herwiha ji bo her dareke zeytûnê 8 dolar li ser xelkê gundên Kaxirê û Anqelê, Senarê û Hêkiçê yê navçeya Cindirêsê ferz kirin.
Amaje bi wê jî kir, çekdarên Emşatê baca 2500 dolar li ser xwediyên kargehên guvaştina zeytûnan sepandine.
Zêdetir ji şeş salan re ye herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve dagirîkirî ye û heta niha zêdetir ji 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.
Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran bi armanca ku kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin, welatiyan direvînin û eşkence didin û pere, fidye û bacan ji wan distînin.